Çar şervanên Komunîzmê gihaştin qonaxa bêmiriniyê

Di dawiyê de, di şanzdehê Mijdarê de, di herêma Karagol, navçeya Ovacikê ku girêdayî Dêrsimê ye de, dewlet bi êrişê erdê û hewayî û bi armanca îmhakirinê ve hatibû ser gerîlayên ARG’yê, div î êrişî de 4 gerîlayên nemir ya ARG’yê jiyana xwe ji dest dan. Gerîla bê şik li himberî êrişê dest avêtin çeken xwe, ber xwe dan û piştî şerê ku bi saetan berdewam kir jî Eylem Zeytin bi qod Lorîn, Cemile Kocakaya, Eren Tali, bi qod Cenk, Fırat Taşkın bi qod Savaş, ber bi bêmiriniyê ve meşiyan

HABER MERKEZİ(10.12.2017)-Li Kurdistana Bakûr, êrişên tunekirinê ya “Dewleta Komara Tirkiyê” li ser gerîla berdewam in. “Dewleta Komara Tirkiyê”, ji bo armanca serkeftina xwe yên dagirkeriyê, bi hemû hêzên xwe yên teknîkî û bi hemû siyasetên xwe yên qirêj ve cilê xwe raxistiye li ser her parî ya axa Kurdistana Bakûr û ev rewşa heyî, ji bo armanca xwe yên dagirker bikartîne. Di vî warî de, ji bo stratejî ya dewleta dagirker, ciyê herî girîng û rastî tundiya dewleta dagirker tê jî Dêrsim e. Dewlet, li Dêrsimê bi gelemperî êrişî “gerîla” dike, lê ji bo Rêber ên Maoîstan jî stratejiya xwe yên taybet dişuxülîne. Ev stratejî, stratejiya tunekirin bixwe ye. Bi temamî havînê, dewlet bi vî awayî êriş anîbû li ser Artêşa Rizgariya Gel (ARG) ku xwe girêdayî Rêber ên Maoîst e, di encamê de jî  7 gerîlayên sere çiya gihaştî bûn asta nemirîbûnê.

Di dawiyê de, di şanzdehê Mijdarê de, di herêma Karagol, navçeya Ovacikê ku girêdayî Dêrsimê ye de, dewlet bi êrişê erdê û hewayî û bi armanca îmhakirinê ve hatibû ser gerîlayên ARG’yê, div î êrişî de 4 gerîlayên nemir ya ARG’yê jiyana xwe ji dest dan. Gerîla bê şik li himberî êrişê dest avêtin çeken xwe, ber xwe dan û piştî şerê ku bi saetan berdewam kir jî Eylem Zeytin bi qod Lorîn, Cemile Kocakaya, Eren Tali, bi qod Cenk, Fırat Taşkın bi qod Savaş, ber bi bêmiriniyê ve meşiyan.

 Şêhîdên nemir ya ARG, ber bêdawîtiyê hatin oxirkirin

 Gerîlayên nemir ya Partiya Maoîst Komûnîst/ARG, berê ji alî malbatên xwe ve li Nexweşxane ya Meletî yê hatin teşxîskirin û hildan, piştre li Dêrsim û Antalyayê hatin veşartin. Di nav van gerîlayên nemir de, Eren Tali bi qod Cenk di 19’ê Mijdarê de li Dêrsim-Nazimiye’yê, Eylem Zeytin bi qod Lorîn û Fırat Taşkın bi qod Savaş di 21 Mijdarê de li navenda Dêrsimê ber bi bêdawitiyê hatin oxirkirin, lê cinyaza Cemile Kocakaya bi qod Deniz di 27 Mijdarê de ji alî malbatê ve hate teşxîskirin û di 28 Mijdarê de li Antalya, li navçeya Elmali’yê ber bi bêdawitiyê ve hate oxirkirin.

 Ji gerîlayên ARG’yê Eren Tali, Eylem Zeytin û Fırat Taşkın, li navçeya Dêrsimê Nazimiye, piştî merasîmeke oxirkirinê bi qêrînên berxwedanî û marşên şoreşgeriyê ve hatin veşartin. Ji bo gerîla Eren Tali, taybet li Cemevî ya navenda Dêrsimê û Nazimiye’yê merasîmek hate lidarxistin, piştî merasîmê Eren Tali li gundê Ballıcayê hate veşartin. Eylem Zeytin û Fırat Taşkın jî, li navenda Dêrsim’ê, li cem şêhidên 17’an hate binaxkirin. Piştî rêzgitineke bi yek deqîqeyî, li ser jiyana komunîstan û jiyana bi tekoşeriyê axaftin çêbûn. Piştî axaftinan, ew sê gerîlayên nemir bi diruşmayên sozdayînê şoreşê û qêrînên bi bawer hatin veşartin. Cemile Kocakaya bi qod Deniz jî, di 27 Mijdarê de ji alî malbatê ve hatibû teşxîskirin, ew şoreşvan jî di 28 Mijdarê de li Antalya, li navçeya Elmali’yê hate veşartin.

 Ji bo 4 şervanên komunîzmê, li Avusturya û Fransayê bîranîn!

 Ew çar şervanên gel ên Sosyalîst k udi 16 Mijdarê de çûbûn bêmiriniyê, ji bo wan, li bajarên Avusturyayê Viyana, Neunkirchen û İnnsburck’ê, dîsa li bajarê Fransa Parîs’ê merasîmên bîranînê hate lidarxistin. Ew bîranînên ku bi tevlêbûneke girseyî hatin çêkirin, li wir, bi taybet rêhevaltî hate ziman û li ser nirxên şoreşgeriyê xal hatin vebûn. Di van bîranînan de belavokên ku ji alî MKP/SB ve hatibû belavkirin, ew daxuyanî hatin xwandin. Di van merasîman de tevgerên şoreşger ku li Awropa xwedî niwînergeh in, ew jî bi girseyî tevlêbûn û xwedî ji gerîlayên komunîst ên nemir derketin.

 

 

 

Önceki İçerikKudüs kimin ya da kimin olduğuna karar verici kimler?
Sonraki İçerikMütevazı bir komünist ve kavga insanı: Hasan Ben