Fenanî fîşekê giran e esman

Fenanî fîşekê giran e esman Çalakiyên Koma Munzur, di sala 1992’an de li İzmir’ê destpê kir. Kom, piştî çendîn çalakti û qonseran, di sala 1993’an de bi xebatên xwe ve guhastin Stenbolê. Ew roj pê ve xebatên Komê, di bin siya Yüz Çiçek Açsın Kültür Merkezi (Navenda Çanda Şînahiya Sedçîçekê) de berdewam e. Wek beşeke di nav beşen Yüz Çiçek Açsın Kültür Merkezi (NÇŞÇ) de Koma Munzur, di sala 1994’ê 24’ê Tirmehê de, li dijî xerîbîbûn, teredîbûn, xirabî û paşverûtiyê derket holê. Bi armanca çêkirin û pêşvebirina çand, huner û wêjeya gelê tevgeriya. Destpêka rêwîtiyê jî bi gotina “Bila Sed Çîçek Vebe” destpê kir. Wek pîvan jî bi gelê xwe ve, jiyaneke hevpar pejirand. Ji êşa wan, ji hezkirin û şahiya wan, ji hesret û hêviya wan, ji serîrakirina wan fêr bû. Çêkirina hunera gel jî ji xwe re wek armanc girt. Koma Munzur, ji bo ku dinya dinyayekî wekhev, rizgar û dijî mêtîngeriyê bibe, stran û klamên xwe çêdike û dengvedide. Gava ku Koma Munzur derbasî Stenbolê bû, hê jî ne xwedî cihekî bû ku xebatên xwe li wê derê bimeşîne, di wê demê de bi berhemên xwe yê binav “Klama Bavo / Şerê Wan” xwe nîşanî gel dan. Di sala 1995, meha Îlonê de jî bi navê “Hemû bi hev re” albûmek derxistin. Bi vî berhemê ve, berxwedaniya ku di wê demê de li dijî pergalê di nav civakê de derdiket pêş û muxalefeteke pêşverû hebû, di qada çand û hunerê de nûnertiya wê tevgerê hildan li ser stuya xwe. Koma Munzur, di sala 1997’an de jî ew herdu xwebatên xwe yên berê wêdetir, xebateke hê bi tecrube û têgihiştî derketin ber gel.

Vêcar Albûma “Şevan Bişewitînin / Tutuşturun Geceleri” derketin. Heta mîlenyûmê xebatên şoreşgerane şopandin û domandin. Gava sal bû 2000, li himberî nebihîstin û bêhêvîtiyê albûma “Hêvî Ne dûr e / Beklenen Uzak Değil” derket. Piştre di sala 2003’an de jî “Bang ji Biharê re / Bahara Çağrı” derxistin. Di van xebatan de Bi zimanên Tirkî, Zazakî, Kurmancî û Lazî naverokek ava kirin û banga xwe gihandin guhdarên xwe. Piştî van xebatan, qasî 5 salan tu berhemek dernexistin. Lê piştî vê 5 sal a dûr û dirêj, ango di sala 2008’an de bi albûma xwe ya “Anqe ya Sor / Kızıl Anka” ve derketin beranberî guhdaran û bi hêsteke çoşane hemêzkirinek pêk hat. Kom, piştî vê xebatê jî nesekinî, heta di sala 2010’an de gelek ziman û klamên cûda anî cem hev û berhema “Qêrîn / Haykırış” derxistin. Bi vî xebatê ve jî wekhevî û biratiya gelan anîn ziman û qêriyan. Di dawiyê de, ango ji wê demê heta îsal jî, ji ber şert û mercên neyînî ya civakê û saziyê, xebatên albûman çênekirîbûn. Lê îsal bi gotineke ramanî ve dîsa derketin holê û wiha gotin: “Li cih û warê ku evqasî êş û keser heye, evqasî fişar li ser gelê me tê meşandin, helbet gotineke me jî heye.” Bi vî gotinê, berhem a “Fenanî Fîşekê Giran e Esman / Hava Kurşun Gibi Ağır” derxistin. Û wiha gotin: “Stranên me ji ruçikên me re ye. Ew sûretên me ku desthilatdar dixwazin bi bombebaraniyê ve biçilmisînin. Stranên me, ji kesên ku xwedî ji nasname, beden û kedên xwe ne û di karxaneyan de rojbiroj jiyan ava dikin, ji bo wan e. Dengê me, ji bo ew kesan e ku, wekî pelekî kesk in û dilên xwe diqetînin û diyarî rojê dikin re ye.”

Koma Munzur, bi van vegotinan tevî guhdarvanên xwe hevdîtinek pêk anî. Ali Ekber Kayış derhênerî ya berhemê kir, çendîn kesên ku li welêt di qada muzîkê de bi nav û deng in û xwedî ked in jî bi kedên xwe cih girtin. Xebatên berhemê, wek bi awayekî komî, bi plansaziyeke hevpar û bi banga yekbûyînê ve pêk hat. Bi vî hawî, ked û pêmayiya 24 salan di vî xebatê de hate ser hev. Ji wê roja destpêkê heta îro çendîn kes ku di xebatên komê de wek dengdayînvan û muzîkjen cih girtine, ew hemû jî di strana “Di perên Bayê de / Rüzgarın Kanatlarında” dengvedan. Bi vî rengî jî roja îroyê, ango nûjeniyê ji dîrokê ve girêdan. Di navbera nûjenî û dîrokê de bendek veçinîn. Di berhema komê de ji bo tekoşîna jinan jî stranek cih girt. Di wê stranê de ji bo ku tekoşîn û keda jinan were ziman û sekneke birûmet li himberî pergala paşverutiyê were nîşandan, stranek hate çêkirin. Bi navê “Marşa Jinan” straneke bi şêweya marşê çêkirin. Ev marş jî tevî jinên şoreşger ku di nava komên jin a şoreşgeran de cih digirin, hate gotin. Di vî xebatê de, baweriya guherîna civakî, pêşketina hunerên pêşverûtî û şoreşgerî tê bilêvkirin. Gotina vê marşê ya binav “Jinek / Bir Kadın”, Aslı Erdoğan nivîsî. Dengvedanî jî, tevî çend kom ên jinan ya şoreşger; ango AlaMor, Koma Emeğe Ezgi, Koma Muzîk a Sarya, Koma Vardiya, Koma İsyan Ateşi, Adalılar û Koma Muzîk a Kaldırım’ê ve pêk hat. Koma Munzur, li himberî komkujiyên ku li Tirkiyê-Kurdistana Bakûr pêk tên jî bêdeng nema. Strana “Dara Jiyanê” ku bi hêstên berxwedaniya Kobanê, ji alî Ömer Leventoğlu ve hatibû nivîsandin jî di albumê de cih girt û ji bo berxwedanî û têkoşêran hate dengvedan.

Di berhemê de bi navê “Em Mirovin” ji cih digire. Ligel van, bi nivîsandina İbrahim Karaca, ji bo Qetlîama Soma’yê jî stranek hate gotin. Di vî stranê de karkerên komir ku ji Soma hatin qetilkirin, bîranîna wan hate ser ziman. Beranberî van, straneke Zazakî ku ji alî Mehmet Çetîn ve hatiye nivîsandin, bi navê “Haleto” û ligel vê yekê, li ser Ali Çelik jî stranek hate gotin. Ali Çelik ku di sala 2012’an de birîndar ketibû deste dijmin û li nexweşxanê ji alî dewletê ve hatibû kuştin, li ser wî, “Giriyek li ser Elî / Ali’ye Ağıt” hatiye gotin.

Stranên “Neyê Mirin / Gelme Ölüm” û bi Zazakî bi navê “Xo be Xo” jî di berhemê de cih digirin. Di dawiyê de, Koma Munzur, berhemeke Nazım Hikmet’ê re jî beşek veqetand. Kom, tevî van yekan, helbesta Nazım Hikmet ê, “Gava tu neşewitî, ez neşewitim, em neşewitin, taritî dê çawa bibe ronahî?” û berhema “Fenanî Kerem / Kerem Gibi” jî têxist nava xebatên xwe û bi vî rengî kesên ku li dijî desthilatdariya tarîtiyê serî radikin, silav kir.

 

Önceki İçerikDevrimciliğin Nüansları
Sonraki İçerikFransa: “Gece Ayakta!”