Kurdistan dişewite…

Çînên serdest ên Tirk, careke din qonsepta şerê qirêz a paşverûtiyê xistin rojevê, êrişên xwe yê li ser Kurdistanê didomînin.  Bi tevahî saziyên xwe yên paşverûtiyê ve TC’yê faşîst, li  Kurdistan ji gelan re, ji zarokan re, ji jin û ji xwezayê re hemleyeke êrişa talankirinê dişopîne.

HABER MERKEZİ (24.08.2015)-Gazetemizin 105.Sayısında Kürtçe sayfada yayınlanan ‘’ Kurdistan dişewite..(Kürdistan yanıyor)’’ başlıklı makaleyi okurlarımızla paylaşıyoruz

Qonsepta şer a çînên serdest a Tirkiyê, bi awayekî bênavber tê meşandin û bêguman armanca yekemîn a vê qonseptê jî her tim Kurdistan e… Kurdistan ciheke wisa ye ku; wêranî, dagirkerî, talankirin û komkujî li ser vê erdê tu carî kêm nemaye. Li Kurdistan mafên herî paqijane a mirovî jî li ser vî erdnigariyê bi zorê hatiye mizaxtin. Zarok her tim general û serbazên piçûk in û dîsa ew zarok her tim li Kurdistan bi awayekî hovane bi bedenên xwe  hatine bombebarankirin. Dîsa Kurdistan cih û wareke wisaye ku, li wir jin her tim di bin tesîra paşverûtiy3e de rastî êrişan hatiye, her tim di bin şîdeta meran de maye, lê ew jinên Kurdistan dîsan bi îrada xwe û bi çirokên xwe ve ber xwe dane û ji nebûna xwe ji nû ve şiyariyek jiyane, di heman demê de ji pergalên paşverûtiyê re serîrakirine û şêr û şervanên şerê xwe bûne. Kurdistan ciheke wisa ye ku, li wir ziman hatiye qedexekirin, çiya û bi tevahî xwezayê wê hatiye şewitandin û talankirin. Kurdistan di heman demê de cih û warê serhildanan, hêviyan û welatê evînan e.

 Çînên serdest ên Tirk, careke din qonsepta şerê qirêz a paşverûtiyê xistin rojevê, êrişên xwe yê li ser Kurdistanê didomînin.  Bi tevahî saziyên xwe yên paşverûtiyê ve TC’yê faşîst, li  Kurdistan ji gelan re, ji zarokan re, ji jin û ji xwezayê re hemleyeke êrişa talankirinê dişopîne. Wekî ku li Kurdistan cihê şewatê ye her der tê bombebarankirin, daristan tên şewitandin, gund tên valakirin, xêynî wê jî binçavkirin, zindankirin, û infazkirin her wisa bi awayekî rewa tê meşandin. Lêbelê, wekî doh hatiye jiyîn, îro jî çînên  serdest û nûnerê wan AKP, dê bersiva xwe yê tûj ku ji alî gel ve were dayîn dê bibine û li Kurdistan para devê xwe hilde. Netewê Kurd ê bindest ew berxwedanî û têkoşînê ku ji kewneşopiya xwe digire, dê careke din dîsa bersiva zaliman bide.

Dêrsim di bin dorpêçandinê de ye

Ew qonsepta şer a bênavberiyê ve tê meşandin û her wisa êrişa xwe didomîne yek ji hedefa wan jî Dêrsim e. Ew Dêrsimê ku bi çendîn car ji alî desthilatdaran ve rastî dagirkeriyê hatiye, rastî êrişên dijwar hatiye, komkujî jiyaye lê tu car teslîmî celadên xwe nebûye, bênavber ber xwe daye û dagirker her car gavên xwe paşve avêtine. Îro jî Dêrsim di bin dorpêçandina dagirkeran de maye. Ew qonsepta şerê ku ji alî desthilatdariya AKP’yê ve ketiye rojevê, yekemîn armanca vê qonseptê jî dîsa Dêrsim e. Li Dêrsimê şêwazên OHAL’ê ku rewşa dernormalî de, ango rewşa şerên qirêj de tê rojevê, dîsa li Dêrsimê tê sepandin. Bi vî hawî gund têne valakirin, daristan tên şewitandin, li ser gel jî şerê psîkolojî û rewannasiya qirêj tê meşandin.

 Bêdeng nemîne, hêrsê xwe biqîre, ji qêrîna gelê re dengvêde!..

Dêrsim, Licê, Nisêbîn, Botan, Agirî û hew… Ango tevahiya Kurdistan ji nû ve tê talankirin û dagirkirin. Dengê zarokan, denge jinan û denge însanên kamîl li her derê bilind dibe, wekî li zinaran dengvedide. Ka werin em ji vî denge re bêdeng nemînin… Ew denge qêrîne û ew bangawaziya axên qedîm lixwe bikin û ji xwe re wek pîvan û rêber bipejirînin. Tekoşina xwe bi vî hawî bimeşînin û ala wê tekoşînê bilind bikin.

 

Önceki İçerikSuruç… Kısa Bir Analiz ve Sorumluluklarımız
Sonraki İçerik‘’Saray’ın için akıtacak kanımız yok’’